PeyamaKurd - Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 9 kesên din bi koronayê (Covid-19) ketine. Bi van haletên dawiyê re hejmara kesên tûşbûyî gihişte 575 kesan.
Li Herêma Kurdistanê di van çend rojên dawiyê de hejmara tûşbûyên koronayê zêde dibe. Li gorî daneyên dawî, li parêzgeha Silêmaniyê 6, Hewlêrê 2 kes û li navçeya Sêmêlê ya ser bi Duhokê jî kesek bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di berdewamiya pişkinînan û lêgerîna li pey kesên gumanlêkirî de, li Hewlêrê 2 pêketiyên din ên vîrusa nû ya koronayê Covid-19 hatin tomarkirin û ew her du kes zilam in yek 35 salî yên din jî 58 salî ye.
Li gorî daxuyaniyê ew ji Bexdayê vegerane û yek niştecihê Enkawa ye û yê din jî li Empira Ctyê ye. Wezaretê diyar kir ew tûşbûyê li Duhokê karmendê Balafirxaneya Bexdayê ye û xelkê navçeya Sêmêlê ye.
Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 575 kes bi koronayê ketine, ku 409 kes ji wan baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin