Romana nû ya Demirtas derdikeve: Du nivîskarên wê hene!

Romana nû ya Demirtas derdikeve: Du nivîskarên wê hene!

PeyamaKurd - Weşanxaneya Dîpnotê ragihand ku di demeke nêzîk de romana nû ya Selahattîn Demîrtaş wê bê belavkirin.

Weşanxaneyê bêyî ku navê romanê eşkere bike, daye zanîn ku vê carê Demîrtaş û nivîskarekî din bi hev re roman nivîsandiye û navê wî nivîskarî nehat eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye, Demirtaş li Girtîgeha Edirneyê ligel şaredarê berê yê Diyarbakerî Dr. Selçuk Mizrakli dimîne.

Dadgeha Tirkiyê demek berê ji ber doza Kobaniyê zêdetirî 40 sal cezayê girtîgehê li ser Demirtaş sepandibû ku ji sala 2016an ve girtî ye.

Demîrtaş ji dema ketiye girtîgehê ve bi navên Seher (2017), Devran (2019), Leylan (2020), Efsûn (2021), Dad (2013)  Onurlu Yaşam Davasi / Doza Pararastinê ya Jiyana bi Rûmet” (2024) şeş pirtûk çap kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin