PeyamaKurd – Jeofîzîknasê Fransî Profesor Xavier Le Pichon ku erdhejên li Tirkiyeyê nirxand diyar kir, Tirkiye 4 metre ber bi rojava ve çûye. Profesor Xavier Le Pichon got, 'Ez difikirim ku wê li Marmarayê bi pileya 7,6 erdhejek çêbibe'.
Jeofizîknas Xavier Le Pichon di bernameya Haberturkê de hat weşandin de bersiv da pirsên ku ji wî hatin kirin û got, "23 sal in çavê min li Tirkiyeyê ye. Me nekarî giraniya mijarê ji rayedar û raya giştî re vebêjin. . Gelek erdhej hene ku divê hûn xwe jê re amade bikin."
Jeofîzîknas diyar kir, erdheja duyemîn a 6ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat sosret bû û diyar kir, di erdheja duyemîn de lerza di erdheja duyemîn de gelekî giran e.
Jeofîzîknasê Fransî got, "Xeta faya li Tirkiyeyê bi heman cureyê faya li Kalîforniyayê ye. Kalîforniya fêrî çêkirina li dijî fayan bû. Mîna avahiyên berê çêdikin û li bendê ne ku encamên cuda cuda bistînin. Werin em avahiyan ava bikin, lê mîna Kalîforniyayê."
Profesor Xavier Le Pichon jî pêşbîniyên xwe yên derbarê erdhejên gengaz ên li Stenbolê de parve kir.
Le Pichon bal kişand ku Stenbol di heman demê de nêzî xeteke fayê a girîng e û got, "Wê tesîrê li herêmên cuda yên Stenbolê bike. Li ser vê mijarê gelek lêkolînerên Tirk û Çînî jî hene. Ya girîng ew e ku rêziknameyên hilberîna avahiyan li gorî van texmînan û rêgezan tevbigerin û got. Rêgezên ku mirov rêzê li wan nagirin û li gor tevnagerin, bêkêr in."
Le Pichon wiha berdewam kir:
"Ez difikirim ku wê li Marmarayê erdhejek bi pileya 7,6 biqewime. Ez dizanim ku hemî hevkarên min wisa nafikirin. Difikirin ku wê 2 an 3 erdhej çêbibin. Em ê bibînin ku dîrok wê ya rast îspat bike. Lewheyên li herêmê geş dibin. Ez dibînim ku xeta fayê wê di kêliyekê de bi dirêjahiyeke tenê erdhejê çêbike."
Le Pichon destnîşan kir ku hêviya tsunamiyê ya li Stenbolê wê ne wek deryayên vekirî be û wiha got, "Ji bo Marmarayê ew ê ne zêde mezin be, wê tsûnamiyên ku zirarê bigihînin wê derkevin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin