PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, îro danê sibehê erdhej çêbû.
Hat zanîn ku li derûdora bajarê Silêmaniyê hest bi erdhejê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojî ya Tehranê jî li rojavayê Îranê erdhejek bi pileya 5,2 rû daye ku navenda wê bajarê Salih Abad bûye.
Li gorî zanyariyên navendê kûrahiya erdhejê 9 kîlomtre ji erdzemînê bûye û li demjimêr 09,24an rû daye.
Derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyarî nehatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin