PeyamaKurd – Li navça Sûrûca bi ser bajarê Rihayê 7 sal berê DEAŞ êrîşeka bombeyî kiribû û di encamê de 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Bûyer di 20 ê temmuza sala 2015 an de çêbû. Ji bo bîranîna salvegera 7 em ya bûyera Sûrûcê, li Îstenbolê li navça Kadıköyê grûbekî merasimekî pêkanîbû da bûyerê bibîrbînin lê hêzên asayîşê 106 kesan xistibû binçav.
106 kesên ku di 20 ê temmûzê de hatibûn binçavkirin, wan derxistin dadgehê û 104 kes ji wan hatin berdan. 2 kesên din bi şertê ku li malê mehekî di hebsa malê de bimînin hatin cezakirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin