PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê, li eyaleta Zamfarayê li gundê Manawayê 100 kesên di 8 ê hezîranê de ji aliyê çekdaran de hatibûn revandin, bi sedema cejnê serbest hatin berdan.
Berdevkê polîsê Zamfarayê Muhammed Şêxo bo çapemeniyê ragihand ku çekdarên di 8 ê hezîranê de 100 kesên ji eyaleta Zamfarayê ji gundê Manawayê revandibûn serbest berdane. Şêxo weha got:
“Hukumet bê fidye bide rehîneyan serbest da berdan. Piraniya kesêns erbest hatin berdan dêyên zarokên xwe dimêjînin û zarokin. Halê tenduristiya wan baş e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin