Demîrtas: Em bi we re dest bi xebatên hilbijartinê bikin

Demîrtas: Em bi we re dest bi xebatên hilbijartinê bikin

PeyamaKurd Selahattin Demirtaş got, "Dema ku korîdorên siyasetê amadekariyên tifaq, namzet, lîste û bernameyê bikin, em bi we re dest bi xebatên hilbijartinê bikin."

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, parvekirana yekemîn a sala nû belav kir.

Demirtaş destnîşan kir, di warê azadî, demokrasî, aşitî û dewlemendiyê de wê bibe saleke bi sûd û got, "Dema ku di korîdorên siyasetê de amadekariyên tifaq, namzet û lîsteyan tên kirin, em ê bi we re dest bi xebatên hilbijartinê bikin û got, ME DESTPÊ KIR!"

Demirtaş gotinên xwe wiha berdewam kir,

"Werin em niha ne ji bo yek partiyê, ji bo demokrasiyê bi beşdariyeke herî berfireh dest bi kampanya xwe bikin û heta roja dawî bi hev re bimeşînin. Ji bo kampanyayeke hilbijartinê ya bi coş û bi biryar amadekariyên me hene û em li hêviya pêşniyar, tevkarî û beşdarbûna we ne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin