Wezîrê Tirk: Artêsa me wezîfeya serê DAISê girtiye ser xwe

Wezîrê Tirk: Artêsa me wezîfeya serê DAISê girtiye ser xwe

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro 1ê Çileyê çû serdana hêzên artêşa Tirkiyê yên li dor gora Suleyman Şah ku dikeve nav sînorên Kobaniyê.

Akar dema serdanê ragihand, “Artîya Tirkiyê ji bo şerê dijî DAIŞê bike, wezîfe û berpirsiyarî wergirtiye. Em ê vê di rojên pêş de, bi awayekî bi bandor bi cih werînin.”

Hêjayî gotinê ye, 24ê Kanûna 2018an Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê soza paqijkirin û têkoşîna dijî DAIŞê ji Tirkiyê standibû.

Trump di twîteke xwe de gotibû, “Erdogan soz daye bermayiyên DAIŞê ji Sûriyê paqij bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin