PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Çadê di encama şerekî çekdarî yê di navbera şivan û cotyaran de, herî kêm 37 kes hatin kuştin.
Serokomarê Çadê Îdrîs Debî ji medyayê re ragihand ku li rojhilatê welêt bajarê Ouaddaiyê şivan û cotkar pev çûn û herî kêm 37 kesan di wî şerî de can daye.
Debî got, “Em şahidiya demên nexweş dikin. pevçûnên nijadî cihê metirsîyê ne û hatine asta meseleyeke netewî.”
Serokomar Debî diyar kir ku ew dê ji bo dawîanîna aloziyan û şer û pevçûnan proseyeke dîyalogê ya civakî bidin destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin