Amerîkayê baregeha xwe ya li Hesekê îmha kir

Dîroka weşanê :
Amerîkayê baregeha xwe ya li Hesekê îmha kir

PeyamaKurd – Amerîka ji baregehên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji wan vedikişe, baregehan jî bombardimana balafirên şer îmha dike.

Beriya niha jî baregeha Eyn Îsayê piştî terikandina leşkerên xwe bi balafiran bombebaran kiribû ku hêzên werin nikaribin bikar bînin.

Hat ragihandin ku Amerîkayê piştî vekişîna ji baregeha Hesekê bi balafirên şer bombardiman kiriye û ew baregeh îmha kiriye.

Baregeha Hesekê li nêzîkî bajarê Tel Baydar li devera Tel Tamar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmê hêzên Amerîkî ku ji sala 2014an ve li herêmê ne, amadekariyê dikin ji baregeheke din a li Hesekê ya nêzî bendava El Sabee jî vekişin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin