PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên asmanî yên Amerîkayê li ser sînorê Iraq-Sûriyê êrîşeke asmanî dijî milîsên girêdayî Heşda Şeibî yên girêdayî Îranê pêk aniye.
Li gorî ragihandina medya komên milîsên şîeyên Heşda Şeibî, binkeyên Heşda Şeibî yên ser sînorên Sûriye-Iraqê rastî êrîşeke asmanî hatin.
Derbarê ziyanên êrîşê de hîn zanyariyan piştrastkirî nehatine belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber êrîşên milîsên bi ser bi Heşda Şeibî ve li ser hêzên Amerîkî û Hevpeymanan, Amerîkayê hefteyên borî jî bi fermana Serok Joe Biden baregehên Heşd li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombebaran kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin