PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) bo nexweşîna ebolayê civiya. Nexweşîna ebolayê axa Afrîkayê car din tehdîd dike lê tevî wî awayî WHO biryara lezgîn ya navdewletî neda. Komîta halê lezgîn ya WHO yê, li ser mijara ku nexweşîna ebolayê li welatên Kongo û Ûgnadayê belav bûye civiya.
Komîte ji kesên serbixwe yên pispor ava bûye. Endamên komîtê li bajarê Cenevreya Îswîçreyê civiyan. Di encama civînê de gihan wê baweriyê ku hêj asta belavbûna nexweşînê negihaye wê astê ku rewşa lezgîn ragihînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin