PeyamaKurd- Li Lîbyayê li bajarê Terhûneyê hêzên ku rewa tên qebûlkirin yên hukumeta Lîbyayê, bajêr ji destê hêzên Hafter derxistin. Di xestexanê de 106 cesed derketin ku di nava wan de jin û zarok hene. Mudirê ragihandinê yê wezareta tenduristiyê yê Lîbyayê Emîn El-Haşimî got ku ev kiryar “sûcê şer e.” El Haşimî mijarê weha ragihand:
“Di odeyên nexweşxaneya Terhûne de 106 cesed hatin dîtin ku hinek ji wan bi sîlihan hatine kuştin, li hinekan îşkence hatiye kirin. Cesedên van sîvîlan bi temamê deforme bûne. Ev sûcê şer e, îhlala qanûnên cîh û navdewletiye. Me dest bi xebatê kiriye da nasnameya cesedan tesbît bikin.”
Artêşa Lîbyayê jî ragihand ku wan bi temamî bajarê Tehûneyê ji destê hêzên general Hafter derxistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin