PeyamaKurd – Li Stenbolê di operasyona li dijî DAIŞê de, 19 kesên biyanî hatin desteserkirin.
Ji aliyê tîmên li dijî terorê, operasyonek li hember kesên bo DAIŞê di nava hewldanan de ne û amadehiya çalakiyên terorî dikin pêk hat. Di çarçoveya lêpirsînê de, hevdemî li 9 navçeyan û li 16 navnîşanan operasyonek hat lidarxistin.
Di encamê de, 19 kesên li Iraq û Sûriyê li herêmên şer mane û bi rêyên ne yasayi derbasî Tirkiyê bûne hatin desteserkirin.
Kirariyên kesên hatine desteserkirin, li emniyetê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin