PeyamaKurd- Parêzgerê Xarpêtê Çetin Oktay biryara danîna maskeyan mecbûr kir û weha ragihand:
“ Li tevahiya bajêr herkes mecbûre maske deyne ber devê xwe. Kesên ku ji derveyê bajêr tên, divê 14 roj di karantînayê de bimînin. Yên ku bicîh neynin wê 3 hezar û 150 lîra ceza bidin wan.”
Kesên ku ji derveyê bajêr çûne nav sînorê bajarê Xarpêtê, ji wan di 19 kesan de Kovid-19 hatiye tesbîtkirin. 4 apartman jî xistine karantînayê. Ev 20 roje ku li Xarpêtê nexweşîna Kovid-19 e qediyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin