PeyamaKurd - Parlemantoya Tirkiyê îro 17ê Adarê parlamentareriya parlamentarê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu hilweşand.
Li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê biryara pesendkirina cezayê 2 sal û 6 mehan ê Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglu hat xwendin û parlamenteriya Gergerlîoglu hat hilweşandin.
Dadgeha Bilind a Daraza Tirkiyê beriya niha cezayê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ji ber parvekirina lînka nûçeyeke malperekê ku dema pêvajoya çareseriyê hatibû belavkirin, pesend kiribû ji parlamentoyê re şandibû.
Gergerlîoglu serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê dabû, lê beriya bersiva dadgeha destûrê were eşkerekirin, îro Çarşemê biryara mehkumkirina Gergerlîoglu hati xwendin û parlemanteriya wî hat hilweşandin.
Gergerlîoglu beriya xwendina biryarê ragihandiye ku ew terka parlamentoya nake heta ku hêzên ewlehiyê wî ji wir desteser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin