Li Kongreya Amerîka nîqasa Kurdan: ‘Têkilî taktîk û demkî ye’ yan?

Li Kongreya Amerîka nîqasa Kurdan: ‘Têkilî taktîk û demkî ye’ yan?

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey, di civîneke Kongreya Amerîkayê ya li ser mijara Sûriyê de, got ku 'pêwendî û stratejiya Amerîkayê ya bi Kurdên Sûriyê re taktîkî û demkî ye', lê gelek endamên kongreyê li dijî vê nêrînê derketin.

Di beşa duyem ya civîna Kongreya Amerîkayê li ser siyaseta Sûriyê de, endamên kongreyê pirs ji du kesayetên sereke yên siyaseta Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey û Rêvebirê Alîkar di Ajansa Geşepêdana Navdewletî Robert Jenkins kirin.

‘TÊKILIYA ME BI KURDAN RE TAKTÎKÎ Û DEMKÎ YE’

James Jeffrey di bersiva endamekî kongreyê ya derbarê rol û girîndiya Kurdan li Sûriyê got: “Pêwendiyên me ne tenê bi partiyeke taybet a Kurd re ne, belkî bi partiyên din ên Kurdên Sûriyê re jî taktîkî û demkî ne, ev ji bo bidestanîna armancên me her du aliyan e. Her aliyek vî karî di siyasetê de dike. Armanca me herduyan têkşikandina DAIŞê ye.”

GERALD CONNOLLY LI DIJÎ NÊRÎNA JEFFERY DERKET

Li gor nûçeya K24ê ev bersiva James Jeffrey ne bi dilê beşek ji kongresmanan bû û bi taybet Gerald Connolly ew kongresmanê ku pirs arasteyî Jeffrey kiribû bersiva Jeffery da û got: “Biryara bêalîbûnê di siyasetê de tiştek e û piştevaniya li dost û hevpeymanan ku xwîna xwe ji bo te rijandiye tiştekî din e. Kurdan şer kir û xak jî azad kir.”

‘KURD DOSTÊN ME NE’

Seroka Şanazane (Honorary President) a Komîta Karûbarên Derve ya Kongreyê Liana Rose jî bersiva James Jeffrey da û ji bo Kurdan got, ‘Ew dostên me ne’ û wiha axivî:

“Kurd hêzeke guhartinê ya erênî bûn, wan şer kir. Ew dostê me ne, bawer nakim ji aliyê gelek welatan ve serederiya rewa bi wan re tê kirin. Divê em li wê yekê mikur bên ku rola wan ya erênî heye. Ev rastî ye û divê her kes li Amerîka jî xwe birpirsyarî bibîne û li wê rastiyê mikur bê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin