PeyamaKurd- Li navçeya Colemêrgê ya bi navê Geverê, di dema ku cemseya polîsan derbas bû de, bombeya ku li ber rê hatibû bicihkirin, hate teqandin. Di encama teqînê de 9 polîs birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî giran e.
Di pey bûyerê re, li herêmê operasyoneke berfireh hate destêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin