Li Rojavayê Kurdistanê 30 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

Li Rojavayê Kurdistanê 30 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 30 kesên din tûşî vîrûsa Koronayê bûn û 5 kesan jî ji ber wê can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 5 kesan ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) can dane û ji wan 2 kes li Qamişlo, kesek li Dirbêsiyê, kesek li Hesekê û kesek jî li Şehbayê bûye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 30 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 12 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê , 9 kes li Hesekê, 4 kes li Tirbespiyê, 4 kes li Dêrezorê, kesek li Rimêlan û kesek jî li Til Temirê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 508 kesan, ji wan 87 kes baş bûne û 33 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin