Qaçaxçiyan polîsan ji fetisandinê rizgar kir

Qaçaxçiyan polîsan ji fetisandinê rizgar kir

PeyamaKurd- Li Îspanyayê polîsan bo qaçaxçiyan bigrin wan bi tekna xwe taqîb dikirin lê tekna wan li ya qaçaxçiyan ket, ji kontrola wan derket û qelibî. Polîs ketin nav avê û helîkoptera ji jor de wan taqîb dikir, ji qaçaxçiyan xwest ku wan polîsan ji behrê derxin û wan rizgar bikin. Qaçaxçî polîsan ji fetisandinê rizgar kir.

Bûyer li bajarê qerexê behrê li Malagayê çêbû. Piştî bûyerê 80 paket maddeyên hişber hat girtin ku dike 3 ton. Qaçaxçî ji aliyê polîsan de hatin binçavkirin û wan birin Malagayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin