Wan | Li hin deverên navçeya Elbakê dîsa lehî rabû

Wan | Li hin deverên navçeya Elbakê dîsa lehî rabû

PeyamaKurd – Piştî lehîya doh 31ê Tîrmehê li gundên navçeya Elbak a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku ziyaneke mezin a madî çêbû û ajal telef bûn, îro jî li hin deverên Elbakê cara duyem lehî rabû.

Hat zanîn ku ji ber barîna barana zêde, îro Yekşemê li gundê Xaşkan a girêdayî navçeya Elbakê cara duyem lehî rabû.

Xelkê gund, ji bo ku xwe ji lehiyê biparêzin, derketin cihên bilind.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, li gund elektrîk qût bûye û niştecihên gund li benda alîkariyê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin