PeyamaKurd – Çapemeniya Rûsyayê diyar kir ku çend moşekên Îsraîlê li Sûriyeyê hatine xistin.
Li gor çapemeniya Rûsyayê da zanîn, do bi şev Îsraîlê dîsa bi moşekan êrîşî ser navçeya Mesayîf ya li Sûriyeyê kiriye, lê sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî jî bersifa êrîşên Îsraîlê daye.
Herwiha çapemeniya Rûsyayê eşkere kiriye, do bi şev balafirên Îsraîlî 4 moşekên cros û 16 bombe avêtine herêma Mesayif ya li Hemayê, lê sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî ew pûç kirine.
Heta niha Îsraîl tu aliyan di vê derbarê êrîşê de tu daxuyanî nedane, lê beriya du rojan artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku, li nêzî Hemayê êrîşî ser çend navendên leşkerî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin