PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê ji ber pêk neanîna rêkarên tenduristiyê yên bo vîrusa koronayê 25 dibistan ji aliyê Navenda Tenduristiya Kerkûkê ve hatine girtin.
Berpirsê Navenda Tenduristiyê yê Dibistanên Kerkûkê Elî Ebdullah ragihandiye ku ji ber li gorî rêkarên tenduristiyê tevnegeriyane 25 dibistan hatine girtin ku berê jî bi pere hatibûn cezakirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji wan dibistanan 12 yên dewletê û 13 jî yên sektora taybetin ku beriya niha hişyarî bo wan hatibû dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin