Encûmena Wezîran a Kurdistanê yasaya reforman gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Kurdistanê yasaya reforman gotûbêj kir

PeyamaKurd - Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran civiya. Di civînê de ji bilî guhdarkirina şanda danûstandinkar a Bexdayê û budçeya sala 2021ê Iraqê, yasaya reforman a Herêma Kurdistanê û rewşa dawî ya çaksaziyan hat gotûbêjkirin.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat ragihandin, di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê Şanda Danûstankar Qubad Talebanî rêrewa gotûbêjên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya derbarê heqên darayî yên Herêmê di çarçoveya projeyasaya budceya giştî ya federalî ya sala 2021ê pêşkêş kir.

Qubad Talebanî behsa wê yekê kir ku heta niha çend pêşniyar hatine axaftin, lê hêj projeyasa nehatiye cîgirkirin.

Talebanî destnîşan kir ku hemû data û zanyariyên li ser dahat û xerciyan, di danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Iraqê de bi awayekî şefaf hatine eşkerekirin, bi taybetî li Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, me amadebûna xwe jî nîşan daye ji bo rêkeftina li ser bingeha destûr û yasayên berkar. Herwiha diyar kir: “Heta em bigihîjin rêkeftineke guncaw, gotûbêjên me dê berdewam bibin.”

Piştre Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd ronahî xiste ser amadekarî û pêngavên dariştina projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021ê.

Di beşa duyem a civînê de, Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê û Sekreterê Lijneya Cîbicîkirina Yasaya Çaksazî Dr. Ebdulhekîm Xesro raportek derbarê asta cîbicîkirina biryarên li ser yasaya çaksaziyê di mûçe û dermale û bexşîn û îmtiyaz û xanenişînê eşkere kir, piştre nêrîn û têbînî hatin pêşkêşkirin.

Serokwezîr tekez kir ku divê were bilezkirin û hemû birgeyên yasayê, werin cîbicîkirin ji bo dadperwerî û berjewendiya giştî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin