PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro ji bo gotûbêjkirina çend dosyayên girîng, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civîna xwe ya heftane li dar dixe.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 9ê Adara 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û van babetên li jêr gotûbêj dike:
- Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê civîna hevbeş a her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê ya roja 28ê Sibatê ya li ser biryara Dadgeha Federal a taybet bi sektora gaz û petrola Herêma Kurdistanê.
- Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê civîna Encûmena Aboriyê ya hejmar (5) ya roja 5ê Adara 20221an a taybet bi pesendkirina raporta kîmata pêdaçûna bacê.
- Pêşkêşkirina raporta Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya li ser bandora şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser hawerdekirina madeyên xwarek û genim.
- Babeta destê karê biyanî li Herêma Kurdistanê û derfeta cihgirtina destê karê xwemalî li şûna wê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin