PeyamaKurd - Piştî derketina çend bûyerên kuştina bi çek û tawanên curbicur li Herêma Kurdistanê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide hemû alî û kesên ku tawanbaran dihewînin, yan jî destêwerdanên di yasayan de dikin û rê ji diyardeya tawanan xweş dikin.
Demek e rêjeya tawanan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde bûye û ev jî bûye cihê nîgeraniya welatiyan. Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hevahengiya ligel aliyên pêwendîdar ji wan jî Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û Komîtên ewlehiyên yên parêzgehan û tevahiya dezgehên ser bi Encûmena Asayişa Herêmê, dest bi cibicîkirina rêkarên pêwîst kiriye, ji bo bi tundî rûbirûyî serpêç û tawanbaran bibin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide hemû alî û kesên ku tawanbaran dihewînin, yan jî destêwerdanên di yasayan de dikin û rê ji diyardeya tawanan xweş dikin. Daxwaz ji hemû aliyan jî dikin hevkar bin bo Herêma Kurdistanê wek her dem nimûneya aramî û aştiyê be. Welatiyên xweşwîst jî dilniya dikin ku rê nadin asayişa herêmê û aramiya jiyana wan bibe qurbaniya berjewendî yan xemsariya ti kes û aliyekî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin