PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Endonezyayê balafira aîdê Rêyên Hewayî ya Sriwijaya yê ket deryayê.
Wezîrê gahindinê Bûdî Karya Sûmadî, civîna çapemeniyê li dar xist û got piştî balafir bi hewa ketiye 5 deqe bi şûn de, têkiliya balafirê bi barûyê re hatiye birin. Di balafirê de 12 xebatkar û 50 rêwî hene. Balafir li bakûrê payîtexta Endonezya Cakartayê ketiye navbera giravên Lakî û Lancangê.
Sûmadî got ku ciyê balafir lê ketiye, bo rizgarkirin û lêgerînê xebat dest pêkirine. Rêvebirên Ajansa Rizgarkirina Netewî ragihandin ku di xebatên rizgarkirinê de hinek alav hatine dîtin û fikir dikin ku aîdê balafirê ne.
Balafir sefera navbera Cakartayê û Pontîanakê dikir. Di 29 ê cotmeha sala 2018an de car din balafireka Endonezyayê ya Boeing 737 Max 8 ji Cakartayê bi hewa ketibû û ketibû deryayê û hem tê de 189 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin