Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê bombebaran dikin.
Berdevkê yekîneyên parastina gel (YPG) Brûsk Hesekê ji navenda çapemeniya YPGê ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên hevalbendên wê, derbasî navenda Efrînê dibin û balafirên Tirkiyê jî bajêr bombebaran dikin.
Herwiha Berdevkê yekîneyên parastina gel (YPG) da nîşandan ku di navbera şervanên Kurd û Artêşa Tirk de di nava bajêr de şerekî giran dest pê kiriye û wiha berdewam kir: Em tirs dikin ku gelek sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve werin qetilkirin. Bombebarana Artêşa Tirkiyê berdewam e û bi hezaran sivîl di bajêr de dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin