Balafirên Tirkiyê Minbic bombebaran kir

Balafirên Tirkiyê Minbic bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî êrîşên çend roj berê yên ser herêmên bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê ji bejahî û asmanî ve devera Minbicê ku di bin kontrola HSDê de ye bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî, îro 28ê Kanûnê hêzên girêdayî Tirkiyê ji bejahî ve herêma Minbicê topbaran kirin û balafirên bêmirov ên bi çek jî ji asmanan ve herêm bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên êrîşên heta ev nûçe dihat amadekirin berdewam dikirin de, hîn agahiyên zelal nehatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin