Belarusê leskerên Wagnerê teslîmê Rûsyayê kir

Belarusê leskerên Wagnerê teslîmê Rûsyayê kir

PeyamaKurd- Belarûsê leşkerên bi pere yên girêdayê şîrketa Wagnerê ya Rûsyayê teslîmê Rûsyayê kir. Li gor ragihandina serdozgeriya Federasyona Rûsyayê; li ser daxwaza serdozger İgor Krasnov, dewleta Belarûsê li gor peymana navbera her dû dewletan 32 leşkerên Wagnerê teslîmê Rûsyayê kirine. Bi sedema ku ji 33 leşkeran yek ji wan hemwelatiyê Belarûsê ye, li welatê xwe maye. Serdozgerî weha got:

“Neqilkirina leşkerên hemwelatiyên Rûsyayê di nav hevkariya dozgeriya her dû dewletan de, li gor normên hûqûqa navdewletî, li gor qanûnên her dû dewletan hat bicîhanîn.”

Hêzên asayîşa Belarûsê, di dawiya meha borî de ragihandibû ku 33 leşkerên Rûsyayê yên Wagnerê desteser kirine û ev leşkerên han xwestine hilbijartina serokkomariya Belarûsê ya di 9 ê tebaxê de têkbibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin