PeyamaKurd - Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer ragihand, serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo diyar kirina kesekî di cîhê Adil Ebdulmehdî de wê bi kutleyên şîe re bicive.
Li gorî nûçeya BasNewsê Cemal Koçer got ku hêzên Iraqê nikarin bi rijandina xwînê dawî li xwepêşanderan bînin, ji ber ku civaka navnetewî jî çavdêriya rewşê dike.
Cemal Koçer da xuyakirin, vê hefteyê serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo zelalkirina peywira serokwezîrê Iraqê, dê li gel kutleyên siyasî yên şîe bicive û diyar kir, rewşa Iraqê dê bi du rêyan aram bibe, yan dawî bi xwepêşandanan bê anîn, yan jî divê serokwezîr bê zelal kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin