PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20an ya li Romayê de civiyan.
Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya ku bi Erdogan re bicive got: "Em hêvî dikin ku hevdîtineke baş bikin."
Di hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya li Romayê de, wezîrên derve yên herdu welatan Antony Blinken û Mevlut Çavuşoglu jî beşdarî kirin.
Hat ragihandin ku di civînê de mijara Lîbya, krîza li Sûriyê, sîstema berevaniya asmanî ya rûsî S-400 û mijara kirîna balafirên F-16 hatiye gotûbêjkirin.
Piştî hevdîtinê civîneke hevpar a rojnamevanî nehat sazkirin û ti daxuyaniyek hîn nehatiye dayîn. Li gorî ragihandina medya Tirk tê çaverêkirin ku îro êvarê Erdogan derbarê naveroka hevdîtina ligel Biden de daxuyaniyan bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin