Bîlançoya serê Ermenistan-Azerbaycanê giran dibe: Herî kêm 38 kustî

Bîlançoya serê Ermenistan-Azerbaycanê giran dibe: Herî kêm 38 kustî

PeyamaKurd - Di şerê Qerebaxê yê ku doh 27ê Îlonê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de dest pê kiriye de, tê ragihandin ku herî kêm 6 kes ji aliyê Azerbeycanê û 32 kes jî ji aliyê Ermenistanê hatine kuştin.

Di roja duyem a şer û pevçûnan de, her du alî hevdu bi bikaranîna topbaranê tawanbar dikin. Arrtêşa Azerbeycanê ragihandiye ku wan 6 leşkerên Ermenistanê kuştine. Aliyê Ermenistanê jî ji aliyê daye xuyakirin ku wan 32 leşkerên Azerbeycanê kuştine.

Li gorî ragihandina fermî ya Azerbeycanê, wan doh 27ê Îlonê 6 gund li herêma Qerebaxê rizgar kirine. Lê belê Wezareta Berevaniya Nagorno Qerebaxê jî ragihandiye ku wan 4 firoke û 15 dronên Azerbeycanê û 10 tank ji nav birine.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê doh piştî destpêkirina şerê li devera Nagorno Qerebaxê ragihandibû ku wan 2 helîkopterên Azerbeycanê xistine xwar.

Hewlên ji bo rawestandina wî şerî di qada navdewletî de berdewam dikin, lê hîn ji aliyê herdu aliyan ve jî daxuyaniyên kêmkirina rageşiyê û rawestandina pevçûnan nehatine dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin