Biryar ew e ku di rojên pês de Biden û Si Cinping bi telefonê biaxifin

Biryar ew e ku di rojên pês de Biden û Si Cinping bi telefonê biaxifin

PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiya netewî yê DYAyê Jake Sullivan bi heyeta xwe ve seredana fermî ya Çînê kir û bi wezîrê karên derve û hem berpirsê komisyona karên derve yê Partiya Komunist yê Çînê bi Vang Yi re hevdîtin kir.

Di civîna bi navê ‘Diyaloga Stratejîk ya Çîn-Amerîka’ de her dû teref biryarê dan û serokê Çînê Şi Cinping û serokê Amerîkayê Joe Biden di hefteyên pêşiya me de dê bi telefonê biaxifin.

Di 05.11.2024an de hilbijartina serokatiya DYAyê çêdibe û dibe berya Biden wezîfa serokatiyê dewr bike seredana Çînê bike an ku ev seredana niha, bibe sedema seredana Biden ya Çînê.

Hetta di 18-19ê meha 11an de li Brezîlyayê li bajarê Rio de Janeiro civîna G20an heye û dibe di zîrwê de her dû serok werin cem hev.

Eger her dû serok werin cem hev, wê di mijarên têkoşîna bi maddeyên hişbir re, danûsitendina leşkerî, ewlehiya zeka çêkirî û talûkên wê, koça neqanînî û di mijarên weka têkoşîna li hemberê guherîna kêşûhewayê de li ser mesafa ku tê de çûne biaxifin.

Her dû teref li hev kirin ku fermandarên artêşa her dû dewletan têkiliyên xwe dewam bikin û wê têkilî di nêz de car din bên danîn.

Hevdîtinên fermandarên artêşên her du dewletan, bi sedema seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi di sala 2022an de seredana Taywanê kiribû û Çînê seredanê weka îhlala desthilata Çînê qebûl kiribû, têkiliyên fermandarên her dû dewleta têkçûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin