Çalakvana Alman ya li Bexdayê hatibû revandin hat rizgarkirin

Çalakvana Alman ya li Bexdayê hatibû revandin hat rizgarkirin

PeyamaKurd - Li Bexdayê ji aliyê komek çekdar a nenas ve çalakvaneke jin a Almanî hatibû revandin. Li ser hesabê xwe yê twitterê de Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdarên Iraqê ragihand, çalakvana Almanî Hella Mewis ya ku li Bexdayê hatibû revandin, hatiye rizgarkirin.

Di twittekê de nûçeya rizgarkirina çalakvana Alman ji aliyê Lîwa Yehya Resûl hat ragihandin, lê di derbarê rizgarkirina wê de tu zanyarî û hûrgiliyên zêdetir nehatiye belavkirin.

Yehya Resûl ragihandiye: “Hêzên ewlehiyê çalakvana Almanî Hella Mewis rizgar kirin.”

Balyozxaneya Almanyayê heta niha di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Çalakvana Almanî Hella Mewis êvara Duşemê 20ê Tîrmeha 2020 li Bexdayê hatibû revandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin