CENTCOM: Em ji ser re amade ne

CENTCOM: Em ji ser re amade ne

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew bi dabînkirina sotemenî ya li hewayê ji şer re amade ne.

CENTCOM)ê, bi weşandina vîdeoyeke ji herêmeke operasyonê ku kêliyên depoyên sotemeniyê yên frokeyên şer li hewayê têne tijekirin re vê peyamê da: "Em ji şer re amade ne."

Di daxuyaniya CENTCOMê de wiha hat gotin: "Em li hewayê depoyên frokeyên xwe bi sotemeniyê dadigirin û li her deverên Herêma Berpirsiyariyê ya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê em ji şer re amade ne."

Keştiya frokeyan a USS Abraham Lincoln li herêma operasyonê ya Rojhelatê Deryaya Spî ya CENTCOMê erka çavdêrîkirina Deryaya Spî dimeşîne.

Piştî ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin, rayedarên rejîma Îranê gefa hêrişê li Îsraîlê xwarin.

Ji ber van gefên rejîma Îranê, Pentagonê keştiya frokeyan a USS Theodore Rooseveltê jî şande herêma ku keştiya frokeyan a USS Abraham Lincoln lê dimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin