Pompeo: CENTCOM ji bo her gefeke Îranê amade ye

Pompeo: CENTCOM ji bo her gefeke Îranê amade ye

PeyamaKurd - Wezîrê Deve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, Fermandariya Navnedî ya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn (CENTCOM) bi temamî amade ye bersiva her cure gefên Îranê bide.

Mike Pompeo herwiha got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ne li pey şer e. 

Wezîrê Derve yê Amwerîka roja Sêşemê 18ê Hezîranê bi Serokerkaniya Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê re civiya.

Mike Pompeo got, karê herî baş ev e ku Îran hewlên ber bi çêkirina çekên atomî rawestîne û reftarên xwe yên têkderane jî bidawî bîne. 

Pompeo li ser hewlên bo rêgiriya şerekî diyar kir, Trump, Serokwezîrê Japonê şande cem Rêberê Îranê ku nameya xwe bigihîne destê wî û niha jî ew heman nameyan ji Îranê re dişînin.

Pompeo da zanîn, “Gelê Îranê bi awayekî metirsîdar ji aliyê wan rêberan ve hatiye windakirin. Lê em hevdem di hewil de ne ji bo şandina wan nameyan bo Îranê heta di vê demê de jî em her wan nameyan dişînin. Em dixwazin ji Îranê re bêjin ku em li vir in ji bo bersivdayîna dijminkariyan.” 

Mike Pompeo herwiha destnîşan kir: “Serok Trump şer naxwaze û emê berdewam bin ji gihandina wan nameyan, hevdem li gel encamdana wan karên ku pêwîst in ji bo berevanî li berjewendiyên Amerîla li wê navçeyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin