Clinton: Biryara Trump xiyaneta dilxelandinê ya dijî Kurdan e

Clinton: Biryara Trump xiyaneta dilxelandinê ya dijî Kurdan e

PeyamaKurd - Wezîra Karê Hûndir a berê û kandîda seroktiyê ya berê Hillary Clînton, derbarê biryara Trump a ku rê li ber operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê vekir derket û got: "Serok, ligel hevpeymanên me yên dilsoz û berjewendiyên Amerikayê, bi serokên otorîter ên Tirkiye û Rûsyayê re ref girt. Biryara Trump xiyaneteke dil xelandinê ye." 

Hîllary Clînton,  bi sedema ku Trump destûra operasyona Tirkiyeyê bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye, bi zimanekî tund ew rexne kir û wiha axivî:

Em ji hev re vekirîbin. Serok, ligel hevpeymanên me yên dilsoz û berjewendiyên Amerikayê, bi serokên otorîter ên Tirkiye û Rûsyayê re ref girt. Biryara Trump xiyaneteke dil xelandinê ye. Ev biryar hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo soza xebatê, xiyaneteke dil xelandinê ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin