7 komele û rêxistinên sivîl qedexekirina K24ê sermezar kirin

7 komele û rêxistinên sivîl qedexekirina K24ê sermezar kirin

PeyamaKurd – Komele û rêxistinên pîşeyî, yasayî, civakî û mafên mirovan, bi daxuyaniyekê qedexekirina Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kir.

Wan saziyan ragihand, ew qedexe binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye û gotin, kişandina moleta kar a Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, li gorî yasayên Rêveberiya Xweser bi xwe jî binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye.

7 rêxistin û komele ev helwesta Rêveberiya Xweser şermezar kirin û wekî destdirêjahiya ser azadiyên sereke bi nav kirin.

Herwiha ji Rêveberiya Xweser daxwaz kirin ku ji biryara xwe vegere û mohleta kar ji Kurdistan24ê re vegerîne.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat diyarkirin, Kurdistan24 di heyama kar kiriye de pabendî bi pîvanên pîşeyane bûye û rêbaza wê jî pisporî û bêalîbûn bûye.

Rêxistin û komeleyên daxuyanî îmze kirine ev in:

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR)

Desteya Yasayî ya Kurdî

Komela Berevaniya li gelên Bin Gefê de – Almanya

Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF

Komela Berevaniya di ber Mafên Mirovan de li Nemsayê

Komîta Mafên Mirovan – MAF

Navenda Sûrî a Civaka Sivîl û Lêkolînên Mafên Mirovan

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin