Hecîyên Rojavayê Kurdistanê bi ser Basûr de diçin hecê

Hecîyên Rojavayê Kurdistanê bi ser Basûr de diçin hecê

PeyamaKurd – Hecîyên Rojavayê Kurdistanê ku dê ji bo îbadeta hecê derbasî Erebistana Siûdî bibin, bi ser deriyê Sêmalka û Pêşxebûrê de, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Hat zanîn ku îro hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi riya deriyê sînorî yê Sêmalka, derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û bo cara yekê dê ji balafirxaneya Hewlêrê derkevin û berê xwe bidin Mekkeyê. 

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo hecê derbas bûne ji ber hêsankariyên li Başûrê Kurdistanê bo wan hatine kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Hêjayî gotinê ye, piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê û derketina nakokiyên siyasî, di navbera herdu hikûmetên Şam û Riyadê de, êdî haciyên Sûrî nikarin bi rêya Şamê biçin hecê. 

Îsal beşek ji heciyan, bi rêya Komîteya Bilind a Hecê ya Sûrî, ku ser bi Îtîlafa Opozisyonê ve ye, diçine hecê.

Hat ragihandin ku hejmara giştî ya heciyên Rojavayê Kurdistanê 121 kes in û 42 kes ji wan jî piştî wergirtina destûrê ji Rêveberiya Xweser derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin