PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Ewlekarî û Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, hişyarî da Tirkiyê ku li Rojhilatê Deryaya Spî gavên yekalî navêje. Borell herwiha ragihand ku wan li ser bijardeyên dorpêçên ser Tirkiyê jî li hev kiriye.
Borrell, di konferansa Berlînê de hişyariya xwe dûrkirina ji gavên yekalî da Tirkiyê û banga civîneke taybet li ser mijarê li Yekîtiya Ewropayê kir.
Herwiha Borell ragihand ku wan li ser danîna dorpêçan ser Tirkiyê jî li hev kiriye.
Beriya civînê Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias, ragihandibû ku ew hêvî dikin Josep Borrell derbarê bijardeyên dorpêçên ser Tirkiyê de daxuyaniyekê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin