PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Pêkhateyên Kurdistanê diyar kir, li Kurdistanê mafên hemû pêkhateyan parastî ye û di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di serokatiya Mesrûr Barzanî de, herî zêde maf ji pêkhateyan re hatine dabînkirin.
Îro 12.07.2021ê bi armanca pêdeçûna nûjenkirina yasaya mafên pêkhateyên Kurdistanê, civînek li bajarê Hewlêrê birêve çû û yasa di sala 2015ê de bi hejmara 9 li Parlamentoya Kurdistanê hatiye pejirandin û niha hewla nûjenkirina wê tê dayîn.
Di wê civînê de, Wezîrê Pêkhateyên Herêma Kurdistanê Aydin Merûf da zanîn, ew yasa li Herêma Kurdistanê heye, ku mafên herî zêde ji bo pêkhateyan hatine dabînkirin û yasaya herî baş e. Herêma Kurdistanê ji aliyê yasayî û siyasî ve maf ji bo pêkhateyan û pêkvejiyanê diyar kiriye. Li Iraqê hîn jî metirsiya linavçûna pêkhateyan heye û hewla guhertina demografiyê tê dayîn.
Herwiha destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê ne tenê maf ji bo rûniştvanên resen ên pêkhateyan hatiye diyarkirin, herwiha ew pêkhateyên ji naverast û xwarê Iraqê re jî hatine û koçberî Kurdistanê bûne, ew jî cîhê wan vekiriye û maf ji bo wan hatine dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin