Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokatiya nû ya Parlamentoya Iraqê kir

Dîroka weşanê :
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokatiya nû ya Parlamentoya Iraqê kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokê nû yê Parlamentoya Iraqê Hîbat Helbûsî û her du cîgirên wî Ednan Feyhan û Ferhad Etrûşî kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku ev serokatiya nû di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke çalak bilîze û li ser bingeha destûrê mafên gelê Kurdistanê biparêze.

Di dengdana parlamentoyê de, namzedê PDKyê Ferhad Etrûşî bi bidestxistina 178 dangan wekî Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê hatibû hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin