Danûstandinên di navbera Bexda û Washingtonê de destpê kirin

Dîroka weşanê :
Danûstandinên di navbera Bexda û Washingtonê de destpê kirin

PeyamaKurd – Gera yekem a danûstandinên Iraq û Amerîkayê ji bo bidawîkirina erkê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa Sûdanî, li Bexdayê destpê kir.

Sûdanî di daxuyaniya xwe ya di panela di çarçoveya 54emîn Foruma Aborî ya Dinyayê (WEF) ya ku li Davosê hat lidarxistin de daxuyand ku ewlekariya hêzên artêşê niha ye û got, şiyana wê heye ku aramî û serwerîyê dabîn bike, lewra dem hatiye erkê hêzên biyanî yên ku ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê tên bidawîkirin.

Ji aliyeke din ve Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Ebasî di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşema 25ê Çileyê de ragihand ku danûstandin wê di rojên bê de ji bo diyarkirina dema derketina hêzên hevpeymaniya navdewletî ji wî welatî destpê bikin.

Destpêka gotûbêjên di navbera Iraq û Amerîkayê de piştî tundkirina êrişên komên milîsên Iraqî li dijî bingeh û baregehên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê hat; van koman ji nîvê Cotmeha 2023an vir ve zêdetirî 160 êrîş li ser hêzên biyanî pêk anîne.

Komên çekdar ên ku êrîş pêk anîne, banga vekişîna hêzên Amerîka û koalîsyonê ji Iraq, Sûriye û herêmê dikin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin