Hefteya bê danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda dîsa dest pê dikin

Hefteya bê danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda dîsa dest pê dikin

PeyamaKurd – Danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê, hefteya bê dîsa dest pê dikin.

Li gor serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ku serokatiya şandeka Herêma Kurdistanê dike li Waşingtonê diyar kir, pêr li Waşingtonê şanda Kurdistanê û şanda Iraqî bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan.

Fewzî Herîrî daye zanîn, di civînê de Kazimî spasiya şanda Kurdistanê kir ku piştevaniya danûstandinên Iraq û Amerîka dike û ji wê yekê kêfxweş bû.

Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, Kazimî behsa rewşa Iraqê jî kir û soz da ku hefteya bê dest bi danûstandinên Hewlêr û Bexdayê bikin.

Li gorî agahiyên wî berpirsê serokatiya Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Iraqê ji şanda Kurdistanê re gotiye: Gelekî baş dibe ku hûn hefteya bê serdana Bexdayê bikin da ku em careka din dest bi danûstandinên xwe bikin.

Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê li ser arîşe û nakokiyan, çend roj berê xitimîbû.

Herwiha Kazimî spasiya serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî kiriye ku piştevaniya hikûmeta Iraqê kiriye.

Dûmahîka hefteya borî şandeka Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî çû Amerîka. Di wê şandê de şandeka Herêma Kurdistanê jî heye. Şandê, bi serokê Amerîka Donald Trump û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û çend berpirsên din yên Amerîkî re hevdîtin kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin