PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, çekdarên DAIŞê êrîşî Tabûra 24an Heşda Şeibî kirin û di çekdarekî Heşda Şeibî kuştin.
Serokê encumena bajarokê Şareban li parêzgeha Diyale, Ednan Mihemed ragihandiye ku doh bi şev li nêzîkî bajarokê Şareban terorîstên DAIŞê êrîşî tabûra 24an a Heşda Şeibî kirin û di wê êrîşê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed jî êrîş piştrast kir û got, terorîstên DAIŞê piştî êrîşê reviyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin