PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta New Yorkê bobelata berfê çêbû û di encamê de du kes jiyana xwe ji dest dan. Li eyaletê, ji roja pênşemê de berf dibare. Rêya sereke ya otobana New Yorkê ji ber befê hat girtin. Rêvebir ragihandin ku li navça Erieyê 2 kes di wexta rê ji berfê paqij dikirin de, krîza dilî derbas kirine û mirine.
Daîra xizmeta netewî ya kêşûhewayê ragihand ku wê barîna berfê heya roja yekşemê dewam bike û bilindahiya berfê li dora Gola Erieyê gihaye 1,7 metreyî.
Li Bufaloyê ku bajarê herî qelebalix yê duyeme, sitûriya berfê gihaye 36 cm yî û ji ber barîna berfê elektrîk hatine qutkirin. Rêvebirê navça Erie Mark Poloncarz, ragihandiye ku bi sedema barîna berfê li bajarokê Hamburgê avahiyekî qismen roxiyaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin