Di operasyonên KCKê de 25 kes hatin girtin!

Di operasyonên KCKê de 25 kes hatin girtin!

PeyamaKurd- Di operasyona li dijî KCKê de ji 141 kesên ku hatibûne binçavkirin, 25 kes hatin girtin. 115 kes jî hatin berdan.

Di 9ê Cotmehê de li Amedê û 8 bajarên dî li dijî KCKê operasyoneke mezin hatibû lidarxistin. Di operasyonê de ji 151 kesên ku ji bo wan biryara birçavkirinê derketibû, 141 kes hatin binçavkirin. Piştî operasyonê kesên ku hatibûne binçavkirin duh û îro derketine dadgehê. Ji van 141 kesan 25 kes bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Hinek jê bi şertê qontrola edlî, tevde 115 kes jî hatin berdan.

Li Wanê di heman operasyonê de 40 kes hatibû binçavkirin. Ji van jî 25 kes hatin berdan û 15 hatin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin