Efserekî rejîma Sûrî di teqînekê de hate kustin

Efserekî rejîma Sûrî di teqînekê de hate kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna li taxa Idixar a Humsê ya di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de, efsrekî Sûrî hate kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku bûyera teqînê îro 13ê Hezîranê danê sibehê rû daye û di encamê de efserek hatiye kuştin.

SOHRê diyar nekiriye bê teqîn ji ber mayinekê ya yan jî êrîşeke bombeyî ye.

Hêjayî gotinê ye, doh 12ê Hezîranê jî li Quneytera ya li nêzî Colana Sûriyeyê 3 êrîş hatine kirin ku di encamê de 5 kes hatine kuştin. Hat diyarkirin ku yek ji kuştiyan efserekî hêzên Sûrî ye û yên din jî hevkarên Hizbullaha Lubanê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin