Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo biryardana li ser 500 milyar dînarên Bexdayê û dabeşkirina mûçeyan, îro dicive.

Li gor zanyariyan, îro Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê wê bicive û gotûbêjên herî dawî yên Hewlêr û Bexdayê û şandina 500 milyar dînarên Bexdayê gotûbêj bike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî beriya niha ji K24ê re axivî bû û diyar kiribû, di civîna sibe ya Encûmena Wezîran de, wê biryar li ser çawaniya dabeşkrina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê were dayîn. Herwiha daye zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Darayî re axiviye, da ku ji wî pereyê ku ji Herêma Kurdistanê re tê şandin, destpêkê mûçe werin dayîn û roja Çarşemê jî Encûmena Wezîran wê biryarê li ser vê mijarê bide.

Ev di demekê de ye ku di civîna herî dawî ya Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar hat dayîn ku bo dema sê mehan bi qasî 500 milyar dînar wek deyn ji Herêma Kurdistanê re were şandin, heta wê dema ku kêşeyên teknîkî yên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser cîbicîkirina yasaya budceyê werin çareserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin